May 31, 2020 10:23 Asia/Tehran
  • Bûyerên li Amerîkayê didomin: Bi hezaran mûhafizên neteweyî li hemberî xwenîşanderan bikar anîn

Eyaleta Mînnesotayê red kir ku li dijî raperîna dijî niijadperestiyê a piştî kuştina George Floyd rû da polîsên leşkerî bixe dewrê. Mûhafizên Neteweyî yên li eyaletê di dewrê de ne.

Li eyaleta Mînnesota ya Amerîkayê piştî ku çerm reşik bi navê George Floyd ji aliyê polîsan ve hate kuştin, bûyerên ku dest pê kirin dewam dikin. Li gel qedexeya derketina derve jî di serî de li Mînnesotayê, li gelemperiya welêt gelek xwepêşandan hatin lidarxistin. Ji bo pêşîgirtina li xwepêşandanan 500 leşkerên Mûhafizên Neteweyî şandin herêmê, lê belê vê hewldanê nekarî pêşî li xwepêşandêran bigire.

Tevî paytexta Mînnesotayê, Mînneapolîsê, li bajarên Dallas, New York, Hoûston, Las Vegas, Atlanta û Portland ên eyaletên din jî bi hezaran kesî xwepêşandan li dar xistin. Li gelek bajaran di dema çalakiyan de şer derket. Polîsan bi bombeyên ku çavan dişewitînin û bombeyên mijê hewl dan xwepêşandêran asteng bikin.

Di serî de li Mînneapolîsê li gelek bajran gelek avahî hatin şewitandin û xerakirin.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trûmp jî îdîa kiribû ku ji bo polîsên leşkerî veguhêzîne herêmê wî talîma da Wezareta Parastinê. Ev îdîa li rojnama New York Tîmesê hate weşandin.

Lê belê heman rojnamê ragihand ku Waliyê Mînnesotayê Tîm Valz diyar kiriye ku wan veguhastina polîsên leşkerî qebûl nekirine. Tê gotin ku Valz li şûna vê yekê biryar da ku bi hezaran Mûhafizên Neteweyî yên li eyaletê bixin nava liv û tevgerê. Mûhafizên Neteweyî yekîneyeke hevpar a hêzên bejahî û hewayî yên Amerîkayê ne, ku 'ji bo destwerdana li bûyerên civakî yên navxweyî' û li dijî afetên xwezayî tên bikaranîn.

Valz ê ji Partiya Demokrat di şeva Şemiyê de îdîa kiribû ku bûyerên hîn girantir dikare biqewime.

Di dema bûyeran de gelek kes hatin destgîrkirin. Çend roj berê eşkere bûbû ku hin rojnamevan bûne hedefa nêzîkatiyên xerab û hatine destgîrkirin.