May 30, 2020 12:44 Asia/Tehran
  • Deriyên Yewnanistanê jibo tûrîstên ji Tirkiyê hatin girtin

Yewnanistanê ji bo îsal navê 29 welatên ku dê deriyên wan ji bo tûrîstên wan vekirîbe lê ji bo tûrîstên ku ji Tirkiyê herin derî girt.

Li gorî rapora malpera Diyarnameyê, Li Yewnanistanê piştî 25'ê pûşperê/hezîranê serdema tûrîzmê vedibe. Dewleta Yewnanistanê navê 29 welatên ku dê deriyê wan ji bo tûrîstên wan vekirî be eşkere kir. Di nav van de

Almanya, Swîsre, Austurya (Otrîş), Danîmarka, Norwej, Qibrisa Başûr, Japonya, Malta, Bulgaristan, Çîn, Hirvatistan (Kroasî), Australya, Zîlanda Nû, Makedonya, Albeniya, Estonya, Lîtwanya, Libnan, Letonya, Macaristan, Koreya Başûr, Sirbistan, Montenegro, Romanya, Slovenya, Slovakya, Çekya û Finlandiya hene. Yewnanistan ku her sal ji Tirkiyê gelek tûrîst diçin wir îsal ji ber vîrusa koronayê Tirkiye negirt nav lîsteya xwe. Fikra wan ew e ku li Tirkiyê hê rewşa nexweşiyê nediyar e loma ew negirtine nav lîsteyê û serê Tîrmehê dê carek din nirxandinê bikin ku tûrîstên ji Tirkiyê werbigirin an na.

Yewnanistan sedî 20'ê derhata xwe ji tûrîzmê bi dest dixe.