May 30, 2020 11:34 Asia/Tehran
  •  Trump Amerîka ji Rêxistina Cîhanî ya Tendurustiyê (WHO) jî derxist

Serokomarê Amerîkayê qala derxistin û qutkirina pêwendiya vî welatî digel Rêxistina Cîhanî ya Tendurustiyê (WHO) kir.

Li gorî rapora France Pressê, Donald Trumpê serkomarê Amerîkayê roja Îniyê tevî ragihandina derketina fermî ya vî welatî ji  Rêxistina Cîhanî ya Tendurustiyê (WHO) got: Ji ber ku wan

nekarîne reformên pêwîst pêk bînin, emê têkilliya xwe digel  Rêxistina Cîhanî ya Tendurustiyê bi dawî bînin.

Nansî Plosî Seroka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê tevî rexneya ji biryara Trump jibo derxistina Amerîkayê ji  Rêxistina Cîhanî ya Tendurustiyê (WHO), got: Karê Trump biryareke bêwate ye.

Serokomarê Amerîkayê roja 19ê Gulana 2020î, di dewama derketina dûdar û seryalî ji peyman û saziyên navneteweyî, tevî tawanbarkirina  Rêxistina Cîhanî ya Tendurustiyê (WHO) bi nebûna serbixwetiyê li hemberî Çînê, gefa betalkirina endamtiya Amerîkayê li vê saziya cîhanî xwaribû.

Trump pêştir ragihandibû ku Rêxistina Cîhanî ya Tendurustiyê nekariye erka xwe ya têkoşîna dijî belavbûna Vîrûsa Koronayê cih bîne.

Lê Rêxistina Cîhanî ya Tendurustiyê îdia û angaştên Trump dijî xwe û Çînê neberaqil dizane.