May 28, 2020 13:35 Asia/Tehran
  • Hejmara miriyên ji ber Koronayê li Amerîkayê ji 102 hezar kesî derbas bû

Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa korona her diçe zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 102 hezar kes ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê heta naha 28.05.2020ê bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa korona li Amerîkayê geheştiye milyonek û 745 hezar û 803 kesan.

Herwaha heta naha li Amerîkayê 102 hezar û 107 kesan ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Ji aliyê din ve 490 hezar û 130 kes jî baş bûne.  

Niha li cîhanê, Amerîka ji babeta pêketiyên Koronayê û qurbaniyên ji ber vê vîrûsê yekem welat e.

Amerîkayê gelekî derengtir ji welatên din testên diyarkirina Koronayê encam dan û vê gavê ji ber hejmara zêde ya pêketiyên Koronayê ev welata rastî kêmbûna kîtên Koronayê hatiye.