May 27, 2020 23:28 Asia/Tehran
  • Mismarî: Erdogan Ereban bi Ereban dide kuştin

Berdevkê Hêzên nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (ANL) Ehmed El Mismarî, bal kişand ser siyaseta dewleta Tirkiyê a li Lîbyayê û got: “Erdogan bi anîna kesên ji Sûriyê ji bo Lîbyayê dixwaze Ereban bi Ereban bide kuştin.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Berdevkê Hêzên nasyar bi Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (ANL), Ehmed El Mismarî  yê ji ajansa El Erebiye re axivî behsa siyaseta dewleta Tirkiyê a têkildarî Lîbyayê kir.

Mismarî got, “Hinek kesên ji Sûriyê ji ber siyaseta kuştinê ya dewleta Tirkiyê li Lîbyayê şer dikin. Destwerdana Tirkiyê ya li ser Lîbyayê metirsiyê çêdike. Divê welatên Ereb li hember vê hişyar bin û li dijî Erdogan bisekinin.”

Mismarî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji bilî çeteyan 2 hezar leşkerên xwe jî şandine Lîbyayê û wiha axivî: “Niha desthilatdariya Qeterê ji bo baregeha Wetiye ya dewleta Tirkiyê pêwîstiyan dabîn dike. Lê artêşa Lîbyayê dikare li hember destwerdana dewleta Tirkiyê bisekine.”

Mismarî di dawiya axaftina xwe jî daxwaz ji welatên Ereb kir ku li hember destwerdana dewleta Tirkiyê hişyar bin û got, “Erdogan rola ‘Ereban bi Ereban bide kuştin’ li Lîbyayê bi rê ve dibe.”