May 27, 2020 00:12 Asia/Tehran
  • Brîtanya - Jimara miriyên Koronayê 47 hezar kesî derbas kiriye

Ofîsa Statîstîka Netewî (ONS) ragihand ku hejmara mirinên ji nexweşîya COVID -19 (Koronayê) li Brîtanya îro roja sêşemê 26.05.2020an ji 47,000 derbas kiriye.

ONS da zanîn ku heta 15ê Gulanê li Îngîltere û Wales (Galler) 42,173 kes bi gumana nexweşîya COVID-19 mirine û tevahîya mirinan li Brîtanya giheşte 47 hezar û 343 kesan.

ONS bal dikşine ku di nav wan de, daneyên ji Îskoçya, Bakurê Îrlanda û mirinên dawî yên li Îngîltere jî hene.

Bi hejmara mirinên nêzîkî 50 hezar kesî rewşa Brîtanyayê dibe yek ji welatên herî zêde pandemîyê bandor ser kiriye ku li seranserê cîhanê bi kêmî ve 345 hezar û 400 kes kuştine.

Hikûmet dibêje ku her çend wan hinek xeletî kiribin jî, ew piştî nexweşîya persîya 1918an, rûbirûyê krîza tendirustîya giştî ya herî mezin bûne û wan misoger kiriye ku xizmetên saxlamîyê têk neçin.

Berevajî hejmara mirinên rojane yên ku hikûmet diweşîne, hejmarên sêşemê bi pêketîyên gumanbar û pêketîyên piştrastkirî yên COVID-19 pêk tên, lê bawerî heye ku ew jî ji hejmarên rast yên mirinan dûr in.

Li gor agahiyên herî dawî ku rêvebirê ONSê Nick Stripe parve kirine, mirinên jiber Koronayê li seranserê Brîtanya nêzîkî 60 hezar kesî bûne.