May 27, 2020 00:03 Asia/Tehran
  • Artêşa Xelîfe Hefter amadekariya êrişa li dijî Mesratayê dike

Çavkaniyekî artêşa Xelîfe Hefter ya bi navê Artêşa nîştimanî ya Lîbyayê îro eşkere kir ku vê artêşê amadekariya êrişa leşkerî ya li dijî bajarê Mesratayê ya li bakurê rojavayê Lîbyayê dike

Çavkaniyekî artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ji dezgehên çapemeniyê re daxuyand ku artêş bi tevahî yekîne û hêzên xwe yên leşkerî amadekariya êrişa bajarê Mesratayê yê li bakurê rojavayê Lîbyayê di van du rojên pêş de dike ku milîşên çekdar yên Dewleta Wifaqa Nîştimanî ya Fayiz Sirac û çeteyên ku Tirkiyê şandine têk bibe.

Fermandarên komên Îxwan El-Muslimîn bajarê Mesratayê ji bo pêşwazîkirina piştevaniya Tirkiyê bi rêya balafirgeh û peravên bajêr, kirine navend. Artêşa nîştimanî ya Lîbyayê duh gelek dever ji herêma El-Hêra ya başûrê Terablusê û nêzî herêma Xeryanê girtin bin destê xwe.

Berdevkê artêşê roja yekşemê daxuyand ku hêzên Lîbyayê çeteyê bi navê Mihemed El-Riwêdanî yê bi navê Ebû Bekir El-Riwêdanî girt û diyar kir ku ew çeteyekî DAIŞ’ê yê herî xeternak bû ku ji Sûriyê hatibû Lîbyayê.