May 26, 2020 23:52 Asia/Tehran
  • Mismarî: Em ê xewnên Erdogan têk bibin

Berdevkê Hêzên Hefter ya bi navê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Ehmed El Mismarî eşkere kir ku ber bi Tarablusê ve pêş ve diçin û got;”Di qonaxa bê de, emê terorîstan tine bikin û xewnên Erdogan têk bibin.”

Şeva borî Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê bi fermandariya Xelîfe Hefter li herêma Hîre ya başûrê Terablûsê dest bi pêşveçûnê kir.

Li gorî ajansa El Erebiye, Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ragihandiye ku êrişek berfireh li dijî çeteyên hikûmeta koalîsyon a di bin serokatiya Faîz Serac de destpê kirine û di vê çarçoveyê de balafirek bê mirov a dewleta Tirkiyê jî xistine xwarê.

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Ehmed El Mismarî îdia kir;”Çeteyên hikûmeta kaolîsyon li Terablûsê ti pêşveçûn nekiriye. Çeteyên ser bi Tirkiyê nikarin li hemberî êrişên artêşa niştîmanî ya Lîbnayê rawestin.”

Mismarî eşkere kir ku çeteyekî metirsîdar ê DAIŞ’ê yê bi navê Mihemed Rewîzanî nasnav Ebûbekir Rewîzanî ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve weke berpirsê Artêşa Şam şandibû Lîbyayê girtine û got ku li gel çeteyên hikûmeta kaolîson li dijî Lîbyayê şer dikir.

Mismarî destnîşan kir ku wê di rojên bê de guhertinek mezin rû bide û got;”Di qonaxa bê de em ê hebûna terorîstan tine bikin û li derdora Terablusê xewnên Erdogan têk bibîn.”