May 26, 2020 23:41 Asia/Tehran
  • Lavrov û Aqîle Salih: Hewldanên leşkerî li Lîbyayê fêde nadin

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov û serokê parlemana Lîbyayê Aqîle Salih destnîşan kirin ku hewldanên leşkerî ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê bê fêde ne.

Piştî bidawîbûna axaftina Sergey Lavrov bi Salih re bi riya telefonê wezareta derve ya Rûsyayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku her du aliyan, nêrînên xwe girêdayî rewşa Idlibê parve kirine.

Her wiha hate gotin ku her du aliyan destnîşan kirine ku hewldanên leşkerî ji bo çareserkirina aloziyê bê fêde ne û pêwîste diyalogek bi tevlibûna tevahiya hêzên siyasî libyayî bi lez pêk were.

Li gorî daxuyaniyê her du aliyan, çareserkirina aloziya Lîbyayê li ser asta navdewletî ji gelek aliyan ve nirxandine. Di nav de asoyên pêkanîn biryarên kongreya Berlînê ya navdewletî ya girêdyaî Lîbyayê û biryara Meclisa Konseya Ewlehiyê girtiye ber xwe.

Girêdayî heman mijarê fermandariya leşkerî ya Amerîka li Afrîqa AFRICOM îro got Rûsya di vê dawiê de balafirên şer ji bo piştgiriya hêzên Haftar şandine Lîbyayê.