May 26, 2020 21:26 Asia/Tehran
  • Li Rûsyayê helîkoptera leşkerî kete xwarê

Li Rûsyayê, helîkoptereke leşkerî ya bi tîpa Mî-8 di dema tetbîqatê de kete xwarê. Di bûyerê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bûyer li rojhilatê dûr ê Rûsyayê qewimî. Waliyê herêma xweser a Çûkotka, Roman Kopîn li ser hesabê xwe yê Înstagramê daxuyaniyek da û diyar kir, "Di helîkopterê de 3 personel û mekanîsyenek hebûn. Her çar personelan jiyana xwe ji dest dan."

Li gorî ajansa nûçeyan a Înterfaxê, Wezareta Parastinê bi daxuyaniyekê ragihand ku sedema felaketê dibe ku kêmasiyeke teknîkî be.

Ev qeza bû qezaya duyemîn a Mî-8 ku di nava meha Gulanê de qewimî. Di 19'ê Gulanê de li herêma Moskowayê, helîkoptereke Mî-8 a artêşa Rûsyayê ketibû xwarê.

Mî-8 hem ji bo hedefên leşkerî hem jî ji bo veguhastina sivîlan tê bikaranîn. Modela xwe ya herî pêşketî dikare 32 kesan hilgire.