May 26, 2020 15:21 Asia/Tehran
  • Efxanistanê 900 girtiyên din ên Talîban berdan

Meclîsa Asayîşa Efxanistanê ragihand ku bi fermana Serokkomar 900 girtiyên din ên Talîban berdane.

Bi fermana Serokkomarê Efxanistanê Mihemed Eşref Xanî îro 900 girtiyên Talînan hatin berdanê. Duh jî 100 girtî hatibûn berdan. 

Meclîsa Asayîşa Efxanistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji bo berdewamkirina agirbestê û destpêkirina gotûbêjên rasterast ên di navbera dewletê û Talîban de bêyî şert û merc girtî hatine berdan.

Hêjayî gotinê ye ku Talîban bi boneya cejna remezanê sê rojan agirbest îlankirîbû. Li beramber de Serokomarê Efxanistanê biryara berdana 2 hezar endamên Talîban da.