-
Li Almanya li karistaneke kîmyewî teqînek mezin pêk hat
Tîrmeh 27, 2021 11:15Teqîneke bihêz li karistaneke kîmyawî li Almanyayê pêk hat ku di encamê de 2 kes bi giranî birîndar bûne 5 kes jî wenda bûne.
-
Li cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa korona nêzîkî 195 milyon kesan bû
Tîrmeh 27, 2021 11:29Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 195 mîlyonî dibe. Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê diyar dikin ku li seranserê cîhanê 194 milyon û 729 hezar û 113 kes bi vîrusa korona ketine.
-
57 koçber di deryaya Spî de xeniqîn
Tîrmeh 27, 2021 08:14Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM), ragihand ku li nav Deryaya Spî li peravên Lîbyayê belema koçberên neyasayî hilgirtibûn niqûm bûye û herî kêm 57 kesan canê xwe ji dest dane.
-
Serokê Parlimana Tûnisê kiryarên Qeys Seîd wek 'Darbe' bi nav kir
Tîrmeh 26, 2021 16:28Serokê Parlimana Tûnisê kiryara serokomarê vî welatî ya hilweşandina parlimanê û wêdadayîna serokwezîr wek 'Darbe' da zanîn û şermezar kir.
-
Li Hindîstanê hejmara kesên ji ber lehî û hezazê jiyana xwe ji dest dane geheşt 136 kesan
Tîrmeh 25, 2021 18:23Li eyaleta Maharaştra ya Hindîstanê ya di bin bandora baranên musonê de, lehî û hezazên ku pêkhatin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan geheşt 136 kesan.
-
Li Fransayê 160 hezar kes kerta vaksînlêdanê protesto kir
Tîrmeh 25, 2021 11:20Li tevahiya Fransayê li dijî kertên derzîlêdanê (vaksînasiyonê) li 168 navendan çalakî çêbûn û 160 hezar kes tevlî van çalakiyan bûn.
-
Konseya Ewropayê: "Avakirina du dewletan li Qibrisê ne pêkan e"
Tîrmeh 24, 2021 15:10Serokê Meclisa Ewropayê Charles Michel îro ragihand daxuyaniyên Erdogan der barê herêma Varosha ya li Qibrisê nakokiyan zêde dike, her wiha pêşniyara Erdogan a avakirina du dewletan li giravekê nayê nîqaşkirin.
-
Sosretiya lehiyê li Çînê: Xelkê asêmayî di nav avê hatin veguhastin
Tîrmeh 23, 2021 21:04Li Çînê, ji ber lehiyê herêmek di nava avê de ma. Şêniyên herêmê bi rêya pireke li ser avê hatin veguhastin.
-
Dîsa li Hindistanê erd şemitî: 36 kes mirin, bi dehan kes winda ne
Tîrmeh 23, 2021 20:34Li rojavayê Hindistanê, ji ber barana mûsonê erd şemitî û herî kêm 36 kes mirin. Bi dehan kes jî winda ne.
-
Amerîkayê li dijî tevgera Ciwanên Somalî êrişa hewayî pêk anî
Tîrmeh 21, 2021 21:01Duh, Amerîkayê tevgera Ciwanên Somalî ya radîkal hedef girt, ku ji dema hatina Biden ser desthilatê ve, ev êrişa hewayî ya yekemîn li dijî tevgerê ye.