Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê: 148 herêmên leşkerî yên Ukraynê bûn armanc
Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê ragihand ku êrişî binesazîyên veguhestinê yên ku artêşa Ukraynê bi kar dihanî kir u bi sedan xwofirr hatin rûxandin.
Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê di daxûyanîyekê da ragihand ku hêzên vî welatî di 24 saetên buhurî da, cîyên ragirtin u firrandina xwofirran, sîstemên robotîk ên bejayî, cebilxane u cîyên bicihbûna demkî yên hêzên ukraynî û hêzên bîyanî bûn armanca êrişan.
Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê herwiha ragihandin ku şeva buhurî bombeyeke kontrol dibe, çar mûşekên Kurûz ên dûrbirr ji cura Filamîngo, 2 mûşekên dûrbirr ên Nîpton u 604 xwofirrên ukraynî ji hêla Mertala Berevanîya Hewayî ya Ûrsêtê va hatin şopandin u têkşikandin.
Li gorî vê daxûyanîyê, hêzên Koma Dênîprê çeperên xwe li tûşa xeta pêşîn xurt kirine û 20 leşkerên ukraynî û 5 maşînên wan ji nav birine.