Koreya Bakur: Em desta ji çekên navokî nakişînin
Çirî 31, 2026 17:58 Asia/Tehran
Koreya Bakur daxûyanîya komeke welatên çavdêrê bicihanîna boykotên dijî wî welatî ``binpêkirina aşkira ya serwerîyê`` ya xwe u encama kîna Amerîkayê u welatên rojavayî zanî u şermezar kir.
Wezareta Karên Derve ya Koreya bakur ragihand ku boykotên navdewletî nikarin Pîyong Yongê neçar bikin ji helwesta xwe bê xwarê. Di dewama vê daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Koreya Bakur da hatîye: Boykot u zext renge ku bandorê li lawazan bike, lê dê qet bandorê li me neke.
Nemûş u haykûfa rizî ya sepandina boykotan ji hêla Amerîkayê û welatên rojavayî va qet nikare cîgeha Komara Demokiratîk a Gel a Koreyê wek xwedîyê çekên navokî sist bike.