Senatorekî amerîkî Trump gendeltirîn Serokomarê dîroka Amerîkayê ye
Çirî 31, 2026 17:56 Asia/Tehran
Senatorê Demokirat ê eyaleta Kêntîkêtê li Kongireya Amerîkayê got: Donald Trump gendeltirîn Serokomarê dîroka vî welatî ye.
Chris Murphy di peyameke bi rêya şebekeya civakî ya X`ê da amajeyî vê yekê kir ku Donald Trump gendeltirîn Serokomarê dîroka welatê me ye, pêgirî kir ku di vî warî da di hilbijartina dewra navîn da ti kes heta nêzîkî wî nîne. Ev gotin wek berteka himberî rapora belumbergê hat hilêxistin ku li gorî wê, Trump ji dema bûye Serokomar, nêzî 29 hezar belgeyên sermayeguzarîyê kirrîne u firotine ku ji hejmara kirrîn u firotina bi destê hemî endamên Kongirê (22 hezar u 200 kirrîn u firotin) zêdetir e.
Berî vîya Berndî Sêndêrz Senatorê Demokirat ê amerîkî jî Trump gendeltirîn Serokomarê Amerîkayê wesif kir.