Mêrşaymêr: Amerîka neçar e xwestekên Îranê qebûl bike
Teorîsyenê Amerîkî yê têkiliyên navneteweyî, tenê rêya vekirina Tengava Hormuzê qebûlkirina daxwazên Îranê ji aliyê Amerîkayê ve da zanîn.
Can Mêrşaymêr got: Zehmet e ku meriv fêm bike ka Amerîka çawa dikare di vê pevçûna bi Îranê re serkeftinek bi sînor jî bi dest bixe. Ger Waşington hêvîdar e ku Tengava Hormuzê veke û rê li ber karesatek aborî bigire, ji bilî ku hema hema hemû daxwazên Îranê qebûl bike bijarteyek din tine. Vî mamosteyê zanîngehê bi bîr xist: Di destpêka şerê li dijî Îranê de, Amerîkayê çar armancên sereke hebûn: guhertina nizamê, bidawîanîna şiyana zengînkirinê, jiholêrakirina şiyana mûşekî û rawestandina piştgiriya Îranê ji bo komên berxwedanê, ku tu yek ji wan bi dest nexistiye û tu şansek ji bo bidestxistina wan jî tune. Can Mêrşaymêr tekez kir: Amerîkayê vebijarkek leşkerî tune û gurrbûn anakokiyan dê ji bo Amerîkiyan bi karesat be. Berevajî vê, Îranî dê vê baweriyê de ne ku vebijarkek wan a leşkerî heye û dikarin nakokiyan gurr bikin.