Can Kêrbî: Tu asoyeke ronî jibo bidawîbûna qeyrana Hormizê tine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i359716-can_kêrbî_tu_asoyeke_ronî_jibo_bidawîbûna_qeyrana_hormizê_tine
Berdevkê Berê yê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê bal kişand ser vê yekê ku îranî her carê li dora maseya muzakirê rûniştin, Amerîkayê ew bombebaran kirin û got: Waşîngtonê tu stratejiyek jibo bidawîhanîna şer û rizgarbûna ji qeyrana li tengerêya Hormizê tine.
(last modified 2026-08-19T12:46:53+00:00 )
Tebax 19, 2026 16:16 Asia/Tehran
  • Can Kêrbî: Tu asoyeke ronî jibo bidawîbûna qeyrana Hormizê tine

Berdevkê Berê yê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê bal kişand ser vê yekê ku îranî her carê li dora maseya muzakirê rûniştin, Amerîkayê ew bombebaran kirin û got: Waşîngtonê tu stratejiyek jibo bidawîhanîna şer û rizgarbûna ji qeyrana li tengerêya Hormizê tine.

Can Kêrbî gefên Donald Trump li dijî Umanê rexne kir û got: Hilêxistina gefên bi vî rengî nemaqûl e ji ber ku Uman ji wan welatên navçe ye ku jibo vekirina tengerêya Hormizê ji rêya muzakirê hewil dide. Kêrbî tekezî li ser bêsoziyên Waşîngtonê kir û got: Tu baweriyek di navbera Îran û Amerîkayê de tine. Ev rewş 50 sal e berdewam dike lê niha pêbaweriya di navbera her du aliyan pir kêm bûye ji ber ku her carê ku li dora  maseya muzakirê rûdinê Amerîka wan bombebaran dike.  Kêrbî di dewamê de tekez kir ku Îran hewil dide bi zexta aborî Amerîkayê neçar bike paşde vekişe û got:  Dema siyasî sr zirara  Donald Trump di halê têperbûnê ye. Vî rayedarê berê yê Amerîkî kiryara hikûmeta Trump di şerê bi Îranê re bêyî stratejî û bêyî bernama demdirêj da zanîn û got Waşîngton jibo berdewamkirina şêr amade nîne. Kêrbî di dawiyê de jî hişyarî da bicihbûna demdirêj a paporên Amerîkî kêmbûna çek û sîlehan û qeyrana aborî li Tengerêya Hormizê nîşan dide tu asoyeke ronî jibo kutabûan vê qeyranê tine.