Mecaristan: YE`yê parzemîna kesk wêran dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i353305-mecaristan_ye_yê_parzemîna_kesk_wêran_dike
Serokwezîrê Mecaristanê piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ji bo Ukraynayê û hatina koçberan bo vê parzemînê rexne kir.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Sibat 09, 2025 11:20 Asia/Tehran
  • Mecaristan: YE`yê parzemîna kesk wêran dike

Serokwezîrê Mecaristanê piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ji bo Ukraynayê û hatina koçberan bo vê parzemînê rexne kir.

Vîktor Orban got: Karbidestên Yekîtiya Ewropayê vê parzemînê wêran dikin, ji ber ku li dû biryar û çalakiyên wan, aboriya Ewropayê hêdî hêdî ji nav diçe û pereyên endamên Yekîtiya Ewropayê ji bo piştgiriya şerekî bêhêvîkir, bo Ukraynayê tên şandin. Orban rexne li siyaseta koçberiyê ya li Yekîtiya Ewropayê jî girt û milyarderê amerîkî, Corc Soros, weke sedema rikêfa koçberan tawanbar kir.