Gêre û pevçûnên giran di navbera parlementerên Taywanê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i352619-gêre_û_pevçûnên_giran_di_navbera_parlementerên_taywanê_de
Nûnerên partiyên curbicur li parlemana Taywanê li ser pêşkêşkirina çend pêşniyaran bi hev re ketin şer û pevçûnê.
(last modified 2024-12-23T11:21:06+00:00 )
Kanûn 23, 2024 14:34 Asia/Tehran
  • Gêre û pevçûnên giran di navbera parlementerên Taywanê de

Nûnerên partiyên curbicur li parlemana Taywanê li ser pêşkêşkirina çend pêşniyaran bi hev re ketin şer û pevçûnê.

Parlamenterên Herêma Xweser a Taywanê  li ser pejirandina çend planên nû ku hinek guhertinan li qanûna  vê navçeyê  dihewîne bi hev re ketin pevçûnê.

Ger guhertinên hanê di qanûna Taywanê de werin pejirandin,dê  derxistin û  wêdebirina rayedarên hilbijartî zehmetir bibe.

Nûnerên partiya desthilatdar yanê Partiya Gel li Taywanê dibêjin pejirandina van planan gefek li dijî demokrasiya Taywanê ye.

 Hevgav bi hezaran kes ji xelkê nerazî li ber avahiya Parlemana Taywanê kom bûn û daxwaza  nepejirandina van planan kirin.