Şerê muhtemel ê di navbera Rûsiye û NATO`yê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i352531-Şerê_muhtemel_ê_di_navbera_rûsiye_û_nato_yê_de
Wezîrê berevaniya Rûsiyê pêhişyarî da: Divê Mosko di deheka dahatî da ji bo pevçûna leşkerî ya bi NATO`yê re amade be.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Kanûn 17, 2024 14:40 Asia/Tehran
  • Şerê muhtemel ê di navbera Rûsiye û NATO`yê de

Wezîrê berevaniya Rûsiyê pêhişyarî da: Divê Mosko di deheka dahatî da ji bo pevçûna leşkerî ya bi NATO`yê re amade be.

Andrêy Bilosov, amajeyî civîna Serokên NATO`yê di Tîrmeha buhurî  li Waşîngtonê û doktorînên leşkerî yên li Amerîkayê û endamên din ên NATO`yê kir û got: Di rewşeka wiha da yek ji armancên sereke yên wezareta berevaniya Rûsiyê ev e ku ji bo her cûre alûgora di rewşê da bona ku li hember alogorên demnavîn tam amade be, garantî bike. Wezareta berevaniya Rûsiyê herwiha basa dewama pêşveçûnên li bereya rojhilat a Ûkraynê dike.

Hêzên artêşa Rûsiyê, bajarê Anofkayê li Donêtskê girtine destê xwe. Herwiha hêzên bereya bakûr a artêşa Rûsiyê pêgehên Ûkraynê li nêzî du bajarên parêzgeha Xarkiyêfê kirin hedef.