Sibat 24, 2023 16:32 Asia/Tehran
  • Îdiaya Spiegel’ê: Rûsya lê digere 100 xwefirran ji Çînê bikirre

Medyayeke almanî îdia kir, Rûsya ji bo kirrîna 100 xwefirrên cengê ji Çînê bi vî welatî ra muzakire dike.

Li gorî nûçeya Fars News’ê, Ajansa almanî ya Spiegel’ê bi gotina vêya ku muzakireya Rûsyayê digel Kompanîya “Teknolojîya asimanî ya Bingia Xian”ê ya çêkera xwefirran didome, ragihand: “Ev xwefirr dibe ku heta Nîsana 2023an radestî Rûsyayê bên kirin.”

Karzanên meseleyên leşkerî bi gotina vêya ku Rûsya li dû kirrîna xwefirrên “ZT-180” ên vê kompanîyê ye, gotine ku ev xwefirr dikarin ji 35 heta 50 kîlogram cebilxaneyan hilgiririn.

Her wiha Kompaniya Bingo’yê biryar e ku paçe û zanista têkildarî çêkirina nêzikî 100 xwefirran di mehê da bide ber destê Rûsyayê.

Çaverêtî heye ev kiryar, kêşeyên di peywendiya Amerîka û Çînê da gurrtir bike.

 

Serepeyv