Mijdar 09, 2022 17:38 Asia/Tehran
  • Rûsya: Me hê biryareke teqil derbara dirêjkirina hinardekirina dexl û danên Rûsyayê nedaye

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê got: Moskowê hê biryareke teqil derbarê razîbûna ser dirêjkirina rêkevtinama hinardekirina dexl û danên Ukraynayê da nedaye.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Andrê Rodênko bi gotina vê yekê ku ev welata di hilkolandinên têkildarî razîbûna ser dirêjkirina rêkevtinama hinardekirina dexl û danên Ukrayanayê da yê hemî faktoran berçav bigire, ragihand: Moskow derheq cihanîna pişka têkildarî Rûsyayê di vê rêkevtinameyê da gellekî nerazî ye di halekî da ku NY berpirsîya çareserkirina meselan daye ustîyê xwe.

Andrê Rodênko herwiha pêgirî kir: Moskowê hê ti pêşketinek di beşa têkildarî peyînên kîmyewî û xwarekê yên Rûsyayê da nedîtîye.

Rûsyayê hefteyekê berî vîya ragihand ku cihanîna rêkevtinama hinardekirina dexl û danên Ukraynayê, piştî çend roj rawestanê, destpê bû.

Wezareta Berevanîya Rûsyayê roja çarşem a hefteya buhurî di daxûyanîyekê da pêgirî kir ku Mosowê garantîyên pêwîst ji bo domandina pişikdarîya di rêkevtinama hinardekirina dexl û danên Ukraynayê wergirtine û dizvire vê rêkevtinamê.

Di vê daxûyanîyê de hatîye: Bi hevkarîya NY û Tirkiyê garantîyên nivîskî ji alîyê Ukraynayê hatin wergirtin ku Kîyêv rê û benderên taybet bi hinardekirina berhemên cotkarîyê ji bo operasyona leşkerî dijî Rûsyayê bi kar neyne.

Rûsya û Ukraynayê di 22yê Tîrmehê da bi navbeynkarîya NY û Tirkiyê hin rêkevtiname wajo kirin ta ku derheq hinardekirina ewleh a dexl û danan û peyînê kîmyewî ji 3 benderên Ukraynayê ji rêya Deryaya Reş dilnîyayî pêk were. Ev rêkevtinama heke çend rojên din neyê dirêjkirinê, dê dema wê derbas bibe.

Serepeyv