3 keştiyên din ên dexl û dan barkirî jî ji Ukraynê bi rê ketin
Tebax 29, 2022 13:26 Asia/Tehran
Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê ragihand, 3 keştiyên dan û dexl barkirî yên din jî ji Ukraynê veqetiyan.
Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê da wiha hat gotin, "Sewqiyeta dan û dexl bi awayê plankirî didome. Îro sibehê 3 keştiyên din ên dan û dexl barkirî jî ji benderên Ukraynê bi rê ketin."