Tîrmeh 22, 2022 18:34 Asia/Tehran
  • Rûsiyê 4 pergalên roketî yên dûrbirr ên amerîkî li Ukraynê ji nav birin

Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê qala rûxandina 4 pergalên roketî yên dûrbirr ên amerîkî li Ûkraynê ji aliyê Rûsiyê ve kir.

Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê li daxuyaniyekê ragihand hêzên ûris di navbera rojên 5 heta 20 Tîrmeha 2022'an de 4 pergalên roketî yên dûrbirr ên amerîkî yên Hîmarsê li Ûkraynê rûxandine. Li vê daxuyaniyê hatiye 4 doşikên avêtinê û trombîleka pergalên avêtina rokêtên dûrbirr ku Amerîkayê çêkirne  jî li Ûkraynê hatine rûxandin.

Li dû dewama şandina pergalên dûrbirr ên amerîkî bo Ûkraynê, Sêrgêy Lavrov, wezîrê karên derve yê Rûsiyê roja Çarşemiya buhurî ragihand, eger welatên rojavayî dîsan jî şandina çekên dûrbirr bo Ûkraynê bidomînin, armancên jêogirafî yên operasyona leşkerî ay taybetî Rûsiyê li Ûkraynê dîsan jî berfirehtir bibin.

Vladimîr Pûtîn, serokomarê Rûsiyê hişyarî daye ku şandina çek û kirêgirtiyan ji aliyê welatên rojavayî va bo Ûkraynê, wê vî welatî bike wek gola xwînê.

Moskowayê heta niha bi caran li bara biçekirina Ûkraynê û herwiha sersariya li hember binpêkirina mafên mirovan û êrişên hêzên ûkraynî ser şêniyên eslê xwe ûris ên li rojhilata Ûkraynê hişyarî daye Ûkraynê.

Welatên Rojavayî û bi taybet Amerîka di salên buhurî de ji hêla pereyî û leşkerî ve pirr pişgîrî dane Ûkraynê û piştî destpêbûna pevçûnên li vî welatî jî ji bilî şandina kirêgirtiyan, piştgîriyên xwe domandine.

 

Serepeyv