Hezîran 27, 2022 09:27 Asia/Tehran
  •  Kontrola bajarê Severodonetskê yê Luhanskê kete destê hêzên ûris

Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê Igor Konaşenkov ragihand li Luhanska herêma Ukraynê kontrola bajarê Severodonetskê kete destê wan.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Konaşenkov ragihand bi saya operasyonên hevpar ên hêzên Ûris û hêzên "Komara Gel a Luhanskê" bajarên Severodonetsk û Borovskoyeyê û cihûwarên Voronovo û Sirotinoyê yên li herêma Luhanskê hatin bidestxistin.

Konaşenkov got bi vî awayî rê li ber hêzên Ukraynê hat girtin ku ew fabrîqaya Azotê wek navenda berxwedanê bi kar bînin.

Konaşenkov wiha axivî: "Bidestxistina bajarên Severodonetsk û Borovskoyeyê va hemû herêma peravê ya çepê ya Severskiy Donetsê (Çemê Donetsê) ya di nav sînorê 'Komara Gel a Luhanskê' da ye kontrol pêk hat."

Serepeyv