Imran Xan û endamên partiya wî ji endamên parlimana Pakistanê istîfa kir
Nîsan 11, 2022 16:53 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan ên Pakistanê ragihand ku serokwezîrê berê yê vî welatî biryar daye ku beriya lidarxistina hilbijartinê ji bo tayînkirina serokwezîrê nû, istîfaya xwe û endamên partiya xwe li Meclîsa neteweyî raber bike.
Li gorî ragihandina van çavkaniyan, Imran Xan gotiye ku di tu rewşekê da ew ê êdî wek nûner beşdarî meclîsa neteweyî ya Pakistanê nebe.
Wî gotiye, Partiya Tehrîk Însaf di gel kesên ku Pakistan talan kiriye û bi rêya hêzên biyanî derbasî siyaseta vî welatî bûne, li Meclîsê rûnene.
Çavkaniyên nûçeyan li Pakistanê her wiha dibêjin, Partiya Tehrîk Însafa vî welatî biryar daye ku hilbijartina serokwezîrtiyê ku wezîrê derve yê berê, Şah Mehmûd Qureyşî bûye berendamê wê, boykot bike.