Îdiaya nû ya Fransayê derbarê Îran û Lihevkirina Navokî
Mijdar 19, 2021 17:19 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Fransayê careke din îdiayeke nû derbarê Îranê û Lihevkirina Navokî hilêxist.
Li gorî rapora roja înê ya IRNAyê, Jean-Yves Le Drian, wezîrê derve yê Fransayê bêyî amajeya bi deketina neqanûnî ya Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî û bêsoziya welatên ewropî derheqê vê lihevkirina Navokî û eva ku kîjan alî divê ji bo cihanîna deqîq a Lihevkirina Navokî û betalkirina boykotên zalimane tev bigerin, îdia kir ku eger Îran di dora din a gotûbêjên Viyenbê da cidî nebe, ev lihevkirin dê vala bibe.
Îdiayên dijî Îranê yên wezîrê derve yê Fransayê di halekî da hatine hilêxistin ku gotûbêjên Îranê tev aliyên mayî li Lihevkirina Navokî ji bo rakirina boykotên dijî vî welatî biryar e ku ji dawiya Mijdarê va dest pê bikin.