Tebax 20, 2021 09:47 Asia/Tehran
  • Fransayê ji bo naskirina desthilata Talîbanê 5 merc danîn

Fransayê bi 5 mercan dê serweriya Talîbanê li Efganistanê nas bike.

Piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Efganistanê, roja Yekşemê 15.08.2021 koma Talîbanê ketin nava bajarê Kabûlê û serweriya Eganistanê kontrol kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, di kongreyeke rojnemevaniyê de daye zanîn, eger Talîban wan mercan bi cî bîne, wê li ser asta navdewletî were naskirin.

Herwiha Jean-Yves Le Drian destnîşan dike, heta ku Talîban wan mercan bi cî neyne li ser asta navdewletî wê neye naskirin.

Mercên ku Fransayê danîne waha ne:

- Divê rê bidin wan Efganiyên ku dixwazin ji tirsa Talîbanê ji Efganistanê derkevin.

- Rê nedin Efganistan bibe alîyekî aram ji bo terorê.

- Rê bi çûna hevkariya mirovî ji bo ser xaka Efganistanê bê dayîn .

- Mafê mirovan, bi taybet mafê jinan bê parastin.

- Hikûmeteke demkî were pêkanîn.

Serepeyv