Li Etiyopyayê di êrişekê de 34 kes hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i321428-li_etiyopyayê_di_êrişekê_de_34_kes_hatin_kuştin
Komîteya Mafên Mirovan a Etiyopyayê ragihand ku di êrişeke çekdarî de li dijî otobusekê li rojavayî welêt, herî kêm 34 kes hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 15, 2020 14:36 Asia/Tehran
  • Li Etiyopyayê di êrişekê de 34 kes hatin kuştin

Komîteya Mafên Mirovan a Etiyopyayê ragihand ku di êrişeke çekdarî de li dijî otobusekê li rojavayî welêt, herî kêm 34 kes hatin kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Komîteyê di daxuyaniya xwe de ku îro ragihandibû, wiha da zanîn: “Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di êrişa ku şeva şemiyê li herêma Binîşenqol-Qimaz pêk hatiye, hejmara qurbaniyan 34 e. Îhtîmal heye ev hejmar zêde bibe.”

Komîteyê destnîşan kir ku êriş li dijî otobusekê li rojavayê welêt pêk hatiye. Li herêmê di vê dawiyê de êrişên xwîndar li dijî sivîlan pêk hatin.