Trump: "Emê bona rawestandina bernama navokî ya Îranê hewl bidin"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i319762-trump_emê_bona_rawestandina_bernama_navokî_ya_Îranê_hewl_bidin
Serokkomarê Emerîkayê li axiftina xwe li civata giştî ya NY got ku emê bona rawestandina bernama navokî ya Îranê hewl bidin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 22, 2020 16:26 Asia/Tehran
  • Trump:

Serokkomarê Emerîkayê li axiftina xwe li civata giştî ya NY got ku emê bona rawestandina bernama navokî ya Îranê hewl bidin.

 Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li axiftina xwe ya online li civata giştî ya NY got ku  NY divê ser pirsgirêkên rastîn ên cîhanê raweste.

 Wî di beşeke din de jî got ku  em li bona  rawesandina bernama navokî ya Îranê hewl didin û em ji hevhatina têkçûyî ya bi vî welatî re derketin.

 Trump got: Me peymana NATO`yê cardinê aktîv kiriye û me  hevkariya dîrokî tev hejmarek ji welatan re bona  rawestandina qaçaxa mirovan pêk aniye.

 Wî got ku pêşketineke mezin li pêvajoya aşitiya Rojhilata Navîn de pêk hatiye û bi zûtirkê welatên din dê tevlî pêvajoya sazişê tev Rejîma Siyonîst bibin.

 Serokkomarê Emerîkayê bal kişand  ser kiryara terorîstî ya vî welatî ya terorkirina serdar sipehbud Qasim Sulêymanî û îdia kir ku Waşengton li çarçoveya girtina pêşiya terorîzmê hewl dide.