May 25, 2023 18:05 Asia/Tehran
  • Japonê 100 erebeyên leşkerî dan Ukraynê

Japonê di dewama hewldanan ji bo xurtkirina Artêşa Ukraynê ji bo sekinîna li hemberî Rûsyayê, 100 erebeyên leşkerî dan Ukraynê.

Japon ji wan welatan e ku di cenga navbera Ukrayn û Rûsyayê da hevtûş digel armancên Amerîka û welatên rojavayî alîkariya Ukraynê kiriye û hin boykot dijî Moskowê sepandine.

Li gorî rapora Associated Press'ê, Wezareta Berevaniyê ya Japonê roja Çarşemiyê rêûrismek bi boneya xelatkirina derdora 100 erebeyên leşkerî bo Ukraynê li dar xist.

Di vê rêûrismê da Tûşîro Îno Alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Japonê û Sergey Korsonskî Balyozê Ukraynê li vî welatî jî beşar bûn.

Wezîrê Berevaniyê yê Japonê di vê rêûrsimê da got: Em ê heta cihê ku biakrin pişta Ukraynê bigirin.

 

Serepeyv