Adar 19, 2023 20:28 Asia/Tehran
  • Li Fransayê golek ji ber hişkesalê ziha dibe

Ji ber hişkesaliya li Fransayê, “Gola Mûntîlê” li vî welatî ziha dibe.

Li gorî rapoira Reuters’ê, Rêveberê Teknîkî yê “Gola Mûntîlê”ê ya Fransayê raguihand ku ji ber barîna hindik û hişkesaliya demsala zivistanê li vî welatî, niha tenê 15 miliyon metrekûp av di vê golê da maye.

Ev di rewşekê da ye ku di vê heyama salê da, bi giştî sedî 60 (yanî 40 miliyon metrekûp) ji kapasîteya Gola Mûntîlê tijî av bû.

Fransayê hişkesaliya herî dirêj a demsala zivistanê ji sala 1959an va derbas kiriye.

Ev welata jî tev li welatên din ên ewropî bûye ku rastî hişkesalê hatine.

 

Serepeyv