Adar 19, 2023 17:57 Asia/Tehran
  • Her cure kombûn û xwenîşandan li Parîsê hat qedexekirin

Piştî berfirehbûna nerazîbûn û nakokiyan bi xwenîşander û neraziyên qanûna guhertina malnişînbûnê Polîsê Fransayê duh lidarxistina her cure kombûn û xwenîşandanekê li meydana Konkurd, derdora wê û her wiha di beşeke kolana Şanzêlîzeyê (Champs-Élysées) ya Parîsê qedexe kir.

Piştî du şevan şîdeta li meydana Konkordê (Concorde) û her wiha kolanên derdopra wê, polîsê Parîsê biryar da hin qedexeyên li vê navçeyê kivş bike.

 Lewma ji roja Şemiyê va, qedexeya kombûna di vê navenda sembolîk ku ketiye nêzîkî piranya navendên ser bi desthilatê mîna Koşka Êlîzeyê û Parlemana Neteweyî, yê cih bên.  Polîsê Fransayê îdia kiriye ku ji ber xetera cidî ya derketina nakokiyê di ewlehiya giştî de, her cure kombûna li mezinriya meydana Konkord û derdora wê û her wiha di beşeke kolana Şanzêlîzeyê qedexe ye.

 Ev daxûyanî di halekî de tê weşandin ku daxûyaniyên ji bo kombûnên dubare li meydana Konkordê di nava torên civakî de pir zêde bûne.

 Meydana Konkordê ji meydanên binavûdeng ên Parîsê ye ku di dereqa Şoreşa ewilî ya Fransayê û di dewreya nasyar bi Dewreya Terorê de , amûrê binavûdeng ê Giyûtînê (amûreke işkencekirinê) li vê meydanê hatiye danîn û serê piraniya kesayetiyên binavûdeng ên hîngê yên Fransayê , kesên mîna Anntuwan Lawaziye, kaşifê Oksîjênê, Lûyîyê Şanzdehem û Marî Antuwantê li vê meydanê çû ber giyûtînê.

 

Serepeyv