Adar 19, 2023 17:26 Asia/Tehran
  • Zaxarova: Ji bo pêkhatina aştiyê li Ukraynê pêwîst e ku piştevaniya leşkerî ji Kiyêvê were rawestandin

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyê got: Rakirina gişt boykotan û hemî daxwazên dadweriyê li dijî Rûsyê li dadgehên navneteweyî divê beşeke cudanebûyî ya çareserkirina qeyrana Ukraynê be.

Zaxarovayê tekez kir ku ji bo pêkhatina aştiya mayînde li Ukraynê lazim e teyarkirina Kiyêvê bi çekan û şandina kirêgirtiyên biyanî bo vî welatî were rawestandin.

Ev gotinên Zaxarovayê di rewşekê da ne ku Wezareta Karên Derve ya Rûsyê bi derxistina daxuyaniyekê ragihand ku Mosko ji pêşniyazên welatên rojavayî derbarê çareserkirina siyasî ya qeyrana Ukraynê pêşwazî dike; lê gotinên gefbar û diyarkirina oltîmatomê qebûl nake.

Di vê daxuyaniyê da hat tekezkirin ku plana aştiyê ya Zelenskî rastiyan berçav nagire û armanca wî teslîmkirina Rûsyê ye.

 

Serepeyv