Adar 19, 2023 17:13 Asia/Tehran
  • Awareyan li paytexta Yûnanê xwenîşandan bi rê xistin

Awareyan wek nerazîtiya li hemberî siyasetên hikûmeta Yûnanê li Atêna paytexta vî welatî xwenîşandan bi rê xistin.

Bi sedan awareyî bi lidarxistina xwenîşandanekê wek nerazîtiya li hemberî siyasetên dijwar ên hikûmeta Yûnanê di warê koçberiyê da li ber avahiya parlimana vî welatî li Atênê, hikûmeta vî welatî bi sûcê kuştina penaxwazan bi rêya astengîderxistinê tawanbar kirin.

Wan bi rakirina hin plakardan daxwaza rawestandina astengîderxistinê û van siyasetên hikûmeta Yûnanê kirin û ragihandin ku serokwezîrê vî welatî destê xwe bi xwînê werdaye.

Nerazîyan mirina koçberan li nav deryayê bi bûyera trenê ya vê dawiyê va girêdan ku di encamê da bi dehan kesî canê xwe ji dest dan.

Koçberên ku ji ber şer û nebûna ewlehiyê ji welatê xwe direvin, tûşî serkutkirineke zehf ji aliyê rayedarên ewropî va tên.

Sala derbasbûyî bi giştî 960 hezar penaxwazan xwe gihandine Yekitîya Ewropayê.

Vê demê Ewropa bi berxwegirtina siyaseta ducûre û nijadperestiyê hatiye tawanbarkirin; ji ber ku welatên ewropî pêşwazî li koçberên ukraynî dikin, lê rê li ber hatina penaxwazan ji welatên din digirin.

 

Serepeyv