Adar 18, 2023 17:01 Asia/Tehran
  • Nêçîra bi Heyloyan li Mugolistanê; parastina kevneşopîyekê û pêşxistina geştyarîyê

Mugolistan bi lidarxistina Mêhrigana Nêçîra bi Teyran, tevî parastina vê kevneşopîyê, bi kişandina bala geştyaran a bi vê rêyê, beşa geştyarîyê li vî welatî xurt dike.

Nêçîra bi Heyloyan kevneşopîyeke şeşhezar- salî li Mugolistanê ye ku gelê vî welatî hela jî ev kevneşopîya parastîye. 

Mêhrigana Nêçîra bi Heyloyan ku her sa li Mugolistanê tê lidarxistin, hewlek ji bo parastina vê kevneşopîyê tê hesêb.

Ev mêhrigana carekê di destpêka Adarê da li nêzîkî Olanbatûra paytext û carekê jî di payîzê da li parêzgeha Bayan Olkeyê tê lidarxistin.

Di van mêhriganan da zîrekatî û çelengbûna teyran di nêçîkirinê da tên nîşandayîn.

Lidarxistina Mêhrigana Nêçîra bi Heyloyan idî li Mugolistanê veguherîye babeteke gellek balkêş û navdar.