Adar 18, 2023 08:59 Asia/Tehran
  • Li Parîsê nerazîyên himber qanûna malnişînbûnê û polîs berbûn hev

Şeva buhurî careka din di navbera polîsên dijeterorê yên Fransayê û nerazîyên himberî guhertina qanûna malnişînbûnê da li Parîsê pevçûn derket û polîsan gaza rondikîner ji bo belavkirina wan bi kar anîn.

Nerzîyan di wê kombûna nerqzîbûnê da, xwestin ku Serokomarê Fransayê Emanuel Mecron wêda here.

Pêncşemê şevê jî piştî xwevedizîna kabînê ji parlimanê û pesendkirina guhertina qanûna malnişîbûnê xwenîşandaneke bi vî rengî hat lidarxistin.

Hikûmeta Fransayê pêncşemê bi çalakkirina xala 49ê ya qanûna bingehîn guhertinên di qanûna malnişînbûnê da pesend kir. Ew xala qanûnê rê dide hikûmetê ku bêyî parlimanê qanûnên bi dilê xwe pesend bike.

Li gorî guhertinên gengeşesaz în qanûna malnişînbûnê, temenê malnişînbûnê ji 62yê bo 64 salê hatîye jordabirin.

Di vî halî da medyayên Fransayê ragihandin ku bi dû grevên berfire yên gelê vî welatî ji wan karkerên paqijkirin û ramalînê bi nîşana nerazîbûna himberî guhertinên gengeşesaz ên di qanûna malnişînbûnê da, zêde ji 10 hezar ton kirs û zibil li kolan Parîsê qûçî ser hev hatîye kirin.