Çile 24, 2023 19:19 Asia/Tehran
  • “Gotûbêja bi Tirkiyê re li ser endametiya li NATO’yê hewcedarê rawestanekê ye”

Wezîrê Karên Derve yê Fînlandê, ragihand ku li muzakireyên di navbera Fînland, Swêd û Tirkiyê de ji bo endametiya li Rêxistina Peymana Atlantîka Bakûr (NATO), me hewcetî bi rawestanekê heye.

Pekka Haavisto Wezîrê Karên Derve yê Fînlandê, roja Sêşemiyê got ku berî ku Hêlsînkî, Stokholm û Enqere vegerin muzakireyên sêalî ji bo tevlêbûna li NATO’yê, rawestan yan bêhnwedaneka bo mideha çend hefteyan pêwîst e ta ku rewş aram bibe.Haavisto’yî herwiha got: “Fînland û Swêdê bi caran gotine ku bi awayekî webirr hez dikin ku tev li hevalbendiya leşkerî ya NATO’yê bibin û ev yek qet neguheriye.”

Wezîrê Karên Derve yê Fînlandê, piştî ku îhtimala nîşandayîna çiraya kesk ji aliyê serokkomarê Tirkiyê ve bo berendambûna Stokholmê ji bo tevlêbûna li NATO’yê nema, got: “Fînland ihtimala tevlêbûna li vê peymanê bêyî Swêdê hildikole.”Swêd û Fînland piştî destpêbûna şerrê li Ûkraynê di 24’ê Sibata 2022’an de li dû endametiya li NATO’yê ne.

Karzan dibêjin ku şewitandina Qurana Pîroz li ber balyozxaneya Tirkiyê li Stokholmê, hevgavê bertekên cîhanî, rê ji bo dengê erê yê Tirkiyê wek endamê NATO’yê ji bo endametiya Swêdê li vê rêxistinê hate girêdan.

 

 

Serepeyv