Tebax 06, 2022 21:21 Asia/Tehran
  • Di teqîna Kabulê de 8 kes mirin

Çavkaniyên nûçeyan ên Efxanistanê ragihandin ku teqîna li Kabulê pêk hat bû sedem ku 8 kes jiyana xwe jimirin.

Di teqîna têrorîst a duh êvarê de li kombûna şîniyên Husiynê li rojavayê bajarê Kabulê, ku DAIŞê berpirsatiya wê girtibû ser xwe, nêzîkî sed kes şehîd û birîndar bûn.

Li gor nûçeya ISNA, îro danê êvarê teqînek li devera “Pira Şewitî” ya li rojavayê paytexta Efxanistanê li ber çavê elem û alafiroşan pêk hat û di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Kolanên ku diçin cihê teqînê hatine girtin û ambulans birîndaran radikin navendên tenduristiyê.

Derbarê kuştî û birîndarên vê teqînê de hîn agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Serepeyv