Tebax 06, 2022 17:33 Asia/Tehran
  • Li eyaleta Pennsylvanya Amerîkayê di encama şewata ku derket de 10 kes mirin

Li eyaleta Pennsylvanyayê ya rojhilatê Amerîkayê di encama şewata li malekê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Polîsê Eyaleta Pennsylvanyayê roja Înê ragihand, 10 kes, di nav de 3 zarok, di şewata malekê de li bajarokê piçûk ê Neskopek li rojhilatê Pennsylvanyayê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî ragihandina polîsan 3 kes ji vê bûyerê rizgar bûne.

Li bajarê Neskopekê yê li rojhilatê Pennsylvanyayê roja Îniyê kedkarên vemirandina agir û hawargihan xwe gihandin cihê bûyerê.

Heya niha sedema şewatê nehatiye diyarkirin û Polîsê Eyaleta Pensîlvanyayê jî ji bo sedema şewatê were zanîn dest bi lêkolînê kiriye.

Serepeyv