Çile 14, 2022 18:53 Asia/Tehran
  • Rûsiyê Tirkiye hişyar kir: Ji ava şêlî ya Qezaqistanê masiyan megire!

Berdevka Wezareta karên derve ya Rûsiyê gotinên vê dawiyê yên rayedarekî Tirkiyê derbarê Qezaqistanê şermezar kir û derbarê masîgirtina ji ava şêlî li Qezaqistanê hişyarî da.

Li gorî rapora Fars Newsê, Mariya Zaxarova, Berdevka Wezareta karên derve ya Rûsiyê roja Pêncşemiyê got: Me çaverêtî heye ku rayedarên Tirkiyê bêyî ku pêştir li ser bifikirin, gotinekê neyînin ziman.

 

Pêştir rayedarekî Tirkiyê îdia kiribû: Qezaqistanê destpêkê xwe ji zexta serkutkirina Suviyetê xelas kir û niha hin hêz vê gefê îdia dikin ku careke din wê bixin bin desthilata xwe ya bêwate.

 

Tirkiye ji aliyekî va endamê NATOyê ye û ji bo endamtiya li Yekîtiya Ewropayê hewil dide û ji aliyê din va Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400ê ji Rûsiyê kiriye û li dû xurtkirina pêwendiyên Mosko û Enqerê ye.

 

 

Serepeyv