Çile 14, 2022 18:43 Asia/Tehran
  • Pêwendiyên Tirkiye û Ermenistanê asayî dibin

Nûnerên Tirkiye û Ermenistanê ji bo lidarxistina dora yekem a gotûbêjan bi armanca normalkirina pêwendiyên du welatan li hev kir.

Li gorî rapora ISNAyê, Tirkiye û Ermenistanê ji sala 1993an va tu pêwendiyeke ticarî an dîplomatîk tunebûne û ev gotûbêj yekem hewildana ji bo vejiyandina pêwendiyan ji lihevkirina aştiyê ya sala 2019an e; Lê ev lihevkirin tu wextî nehat piştrastkirin.

Di van gotûbêjan da çaverêtî heye ku Ermenistan pêwendiyên xwe yên dîplomatîk tev Tirkiyê dest pê bike û sînorên xwe piştî çend dehikan careke din vebike.

 

Du welat li ser gelek mijaran nakok in ku ya sereke Jenosayda ermeniyan di sala 1915an da ji aliyê Osmaniyan va ye.

Yêrîvanê her wiha Enqere tawanbar kiriye ku di şerê Qerebaxê da pişta Komara Azerbaycanê girtiye.

 

 

Serepeyv