Cotmeh 12, 2021 16:28 Asia/Tehran
  • Riya ticarî ya Pakistan-Îran-Tirkiyê, derfeteke nû di ticareta navçeyî da

Şêwirmendê Serokwezîrê Pakistanê riya ticrî ya Pakistan-Îran û Tirkiyê wek derfeteke nû di ticareta navçeyî da bi nav kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Ebdulrezaq Dawûd, Şêwirmendê Serokwezîrê Pakistanê di warê sermiyandanîn û ticaretê da li twîterê qala şandina yekemîn barên ticarî yên Pakistanê bo Tirkiyê bi riya Îranê kir û nivîsî: Serketina vê proseyê destpêka qonaxeke nû ya pêwendiyên navçeyî ye.

Wî her wiha ragihand: Ez gelekî kêfxweş im ku ragihînim, bi riya Pergala navneteweyî ya Tranzîta TIR'ê yekemîn kamiyona Kompaniya Lojestîkî ya Pakistanê (NLC) ku kelûpelên pakistanî hildigirt, piştî derbaskirina riyeke 5300 kîlomitrî bi riya Îranê gihîşte Stenbolê.

 

Şêwirmendê Serokwezîrê Pakistanê got: Ev riya ticarî ji ber kurtbûn û guncanbûn ji hêla aborî va dê bibe baştirîn riya ticareta navçeyî, ji ber vê yekê ez ji derfiroşkaran dixwazin ku vê derfetê bi kar bînin.

Hêjayî gotinê ye ku yekemîn barê ticarî ji riya Pakistan-Îran-Tirkiyê di halekî bi awayê serketî hatiye şandin ku sê welatan dil hene ku trena barî ya Eco'yê ku ji sala 2011an va hatiye rawestandin, careke din bi awayê dayîmî çalak bikin da ku bi vê riyê derfeteke nû jibo bazirgan û çalakên aborî jibo danûstandina kelûpelên wan were dabînkirin.

 

Serepeyv