Cotmeh 12, 2021 14:48 Asia/Tehran
  • Çalakiyên leşkerî yên Rejîma Siyonîst li Komara Azerbaycanê

Serokê ajansa nûçeyan a Toranê ya Komara Azerbaycanê qala çalakiyên leşkerî yên Rejîma Siyonîst li wî welatî kir.

Mihman Eliyêv, Serokê ajansa nûçeyan a Toranê ya Komara Azerbaycanê got: Ji tu kesî ra veşartî nîne ku efserên payebilind ên Rejîma Israîlê çalak in.

Serokê ajansa nûçeyan a Toranê ya Komara Azerbaycanê tevî amajeya bi hevkariya Komara Azerbaycanê û Israîlê di şerê Qerebaxê digel Ermenistanê da, got: Bakûyê çek û teknolojiya Israîlê bi kar aniye.

Mihman Eliyêv got: Rastî ev e ku Bakûyê di warê ewlehiyê da hevkairyeke çalak digel Amerîka, Tirkiye û Israîlê heye û nûnerên wan li Komara Azerbaycanê hene û karên istixbaratî li vir dikin.

Ev di halekî da ye ku gelê Komara Azerbaycanê hertim li dijî peywendiyên dewleta vî welatî tev Rejîma Siyonîst ji ber cinayetên vê rejîmê dijî gelê Filisstînê ye.

 

 

Serepeyv