Îlon 14, 2021 23:38 Asia/Tehran
  • Amerîka vîzayên hin xwendekarên Çînî betal kiriye

Xwendekarê Çînî yê 23 salî Wang Ziweî, ku li zanîngeha Washington ya St Louis xwendekar e, dibejê ku Amerîka piştî serdemeke onlaynî vîzaya wê bi sedema ewlehiyê betal kiriye.

Wang yek ji wan 500 xwendekarên Çînê yê ku hîkûmeta Çîne dibeje vîzayên wan jiber rêbaza serdema revebirîya Serokê Berê Donald Trump betal bûne.

Hejayî gotineyê ku armanca wê polîtîka ew e ku peşîya Çinê bigire ku negehîje teknolojîya Amerîkî, bi taybetî jibo bikaranina leşkerîyê.

Xwendekar li diji wê polîtîkayê derdikeven û dibêjin ku ew wekî ajan tên dîtin.

Wang dibêje: “Ti watêya wê biryarê tune ye. Ez xwendekarê finansê me, çi karê min bi leşkerîye ve heye”

Jiber wê polîtîkayê, vîzayên kesên ku têkîlîya wan bi partîya Komunist ya Çinê, bi leşkerîya Çinê heye, yan jî têkiliya wan bi zanîngehan heye ku Washignton dibeje ew bo peşdeçûna leşkerîye dixeibtin, tên betal kirin.

Karbidestên Amerîkî dibejin ku bi bawerîya wan bi hezaran xwendekar û lekolînerên Çînê tev li programan dibin ku zanyarîyên bizişkî, kompîterê û yên hesas bibin Çinê.

Serepeyv