Tîrmeh 21, 2021 08:23 Asia/Tehran
  • Li Almanyayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 171 kesan

Li eyaletên Rheinland-Pfalz, Bakur-Ren Vestfalya û Bavyerayê yên Almanyayê ji ber barana gur û lehiyê hejmara miriyan gihîşt 171 kesan.

Li gor daxuyaniya polîsên Koblenzê li eyaleta Rheinland-Pfalzê hejmara miriyan gihîşt 122 kesan û 763 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Derva ya Eyaleta Bakur-Ren Vestfalya jî ragihan ku hejmara kesên ji ber lehiyê mirin gihîşt 48 kesan.

Li eyaleta Bavyerayê li herêma Berchtesgadener Landê jî heta niha kesek miriye.

Li gor van agahiyan li Almanyayê tevahî 171 kes ji ber lehiyê canê canê xwe ji dest dan.

Li hinek herêmên li ber lehiyê ketine ji ber lehiyê, elektrîk, av û torên telefon û internetê ji kar ketine. Hemû xizmetguzariyên bingehîn rawestiyane. Ji herêmên din ên Almanya ve tîmên hawarhatinê û hêzên polîs hatine bajêr, bo alîkariyê û paqijkirina mal û cadeyan.

Di çend rojên bihorî de pêleke bihêz a baran û bayê rojavayê parzemîna Ewropayê da ber xwe ku bû sedema bilindbûna asta ava çem û rûbaran û di encamê de lehiyeke mezin li hin welatan û bi taybet Almanya û Belcîkayê rabû.