Amerîka: Peyama me bo Tirkiyê ew e ku S-400an wernegire
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Need Price got: “Me ti peyamek li ser razîbûna Amerîkayê ji bo hebûna S-400an li ser axa Tirkiyê, nedaye Enqerê.”
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand; Washington ji Tirkiyê re negotiye eger Enqere mercên Washingtonê pesend bike, Amerîka amade ye qebûl bike ku Tirkiye bibe xwedî sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 a Rûsî.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Need Price duh pêncşemê ragihand: “Me ti peyamek li ser razîbûna Amerîkayê ji bo hebûna S-400an li ser axa Tirkiyê, nedaye Enqerê.”
Need Price destnîşan kir: “Em car din tînin ziman ku ev mijar ligel pîvanên Peymana Bakurê Atlasê (NATO) nagunce.”
Price eşkere kir: “S-400 li ser asayîşa teknolojiya NATOyê gef e û berevajî pabendiyên Tirkiyê bi NATOyê ye.”
Wî ragihand ku Amerîkayê hişyarî daye Tirkiyê û jê re gotiye ku nabe sîstema S-400an bikire.