Li Myanmarê balefira leşkerî ket û 13 kes mirin
Hezîran 11, 2021 00:42 Asia/Tehran
Li Myanmarê balefirekî leşkerî ket û li gor agahiyên destpêkê 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, 16 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Saziya Agirkuj a Mandalay a Myanmarê balefira ku leşkerên artêşê têdebûn li Mandalayê ketiye ser kargehekî pola.
Li gor daxuyaniya hatiye dayîn di bûyerê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û 16 kes jî birîndar bûne.
Derbarê sedemê bûyerê de lêkolîn û lêpirsîn destpê kirin.