Hezîran 11, 2021 00:38 Asia/Tehran
  • Li Efganîstanê di êrîşeke bombeyî de 6 kes miri

Li parêzgeha Bexlan a li bakurê Efganîstanê bi wesayîteke bombebarkirî ve êrîşek li hember binkeyeke leşkerî pêkhat û 6 karmendên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan.

Wekîlê Şuraya parêzgeha Bexlanê Bismillah Ateş ji çapemeniyê re ragehand, êrîşkar bi wesayîta bombebarkirî ve binkeyê leşkerî yê li herêma Bax Şemal kiriye armanca êrîşê.

Bismillah Ateş got, di êrîşê de 6 karmendên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dane, herwaha 10 karmendên ewlehiyê jî birîndar bûne.

Koma Talîbanê jî berpirsyartiya êrîşê girt ser xwe û ragehand, hejmara kuştî û birîndaran 50 kes e.

Serepeyv