Hezîran 10, 2021 21:47 Asia/Tehran
  • Desthilata serbazî ya Myanmarê Aung San Suu Kyi dadgehî kir

Desthilata serbazî ya Myanmarê, serkirdeya desteserkirî ya wî welatî Aung San Suu Kyi bi tohmeta “gendelî” û “wergirtina bertîlê” dadgehî kir.

Di rûniştineke Dadgeha Desthilata Serbazî ya Myanmarê ya roja Pêncşemê de, Aung San Suu Kyi bi wergirtina zêr wek bertîl û wergirtina çend kîlo zêdeyî 600 hezar dolar dema Rawêjkara Niştimanî ya dewleta Myanmarê bûye berî ku di meha Sibata îsal de derbeya leşkerî bi ser hikûmeta Miyanmarê de bê kirin, hatiye tohmetbarkirin.

Medya ser bi desthilata serbazî ya Myanmarê ragihandiye ku San Suu Kyi ya 76 salî 600 hezar dolar wek bertîl wergirtiye û herwiha nêzîkî 11 kîlogram zêr jî wek diyarî wergirtiye.

Suu Kyi herwiha bi wê yekê jî hatiye tohmetbarkirin ku nihêniyên dewleta Myanmarê neparastine û serederiyeke taybet ligel samanê giştî kiriye.

Desthilata serbazî ya Myanmarê ku meha Sibatê derbeya leşkerî kir, di çend rûniştinên din ên dadgehkirinê de Aung San Suu Kyi bi wê yekê tohmetbar kiribû ku pileya xwe ya fermî bikar aniye bo qezenca kesî û çend dosyeyên gendeliyê li ser wê serkirdeya Myanmarê vekirine.

Aung San Suu Kyi, di sala 1991an de ji ber rûbirûbûna desthilata serbazî ya wê demê ya Myanmarê wek serkirdeyeke sivîl Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirt.

Suu Kyi ji sala 1995an ve heta sala 2010an bo dema 15 salan ji aliyê desthilata serbazî ya berê ya Myanmarê ve li mala xwe hatibû desteserkirin û di vê sale de hatibû azadkirin.

Piştî azadkirinê jî dest bi karê siyasî û serkirdayetiya Partiya Komarî ya Demokrasiya Myanmarê kir û di hilbijartina 2015an de serkeftin bidestxist û partiya wê bû desthilatdarê Myanmarê. Lê di Sibata îsal de derbeya leşkerî bi ser de hat kirin.

Serepeyv